Qonaxa dûyemîna berixwedana kobanê û pêdvîyan

Piştî 134 rojan berixwedana keç û xurtên kobanê û hevçeperên wan ji her 4 alî cîhanê û bi piştgîrya milyonan azadîxwazên cîhanê, (daiş)ê û xewnên neo-osmanîyan hatin şkandin û hêvîya hevkarên (daiş)ê û dewleta tirkye hat bin ax krin.

Lê hîn jî pêkanînên dewletan be nivwênerayetê dewilta xelafeta slamê de li hember xwebrêvebrîya gel li “rojava” bi dawî nebûye û di alî derûnî û cvakî hîn jî granîya xwe li ser xelkê kobanê û koçberên kantonê, hîn jî badora bi tris û xofa êrşên (daiş)ê heye. Ji blî kampanîyayeke ji bo berterefkirna vî bandorê, ne mumkne kû serkeftna dawî li hember dujminên azadîyê werê tomakrin. Ji vir qonaxa dûyemîna berxudanê, destipêkê jî bi derxistna mayîn û paqijkirna hawrîdorê destipêdke. Kareke wsa ji blî parêzvanên kobanê, hawceyê bi alîkarîya kesên pispor li hemû deverên cîhanê heye. Di heman demê de karên kolektîf xelkê xwechî û piştevanên xweserîya gel û serbixwea kontonan di cîhanê de bi kîjan rengê dbe bla bbe û di her astêkî de kû ji wan re musayd be, ji bo gerentî kirna serbixwebûna kantonên rojavaye li ser bingeha bi xwe bawerbûn û serbixweyîya aborî û îradeya teqeza gel. Çend pêşnîyarên derbara şêwaza alîkarîya û piştevanîya navnetewî ji bo avakrinê wehane:

– sazkirna komîteyên komkirna alîkarîyan madî û pêdvîyên bnasazî, pêdîvîyên paqijkirna kantonê ji mayîn. Van komîteyan li hemû welatên kû derfetê çalakî û piştevanîya berixwedana “rojawa” hebe.

– vekirna hejmareke bankê li hemû welatan û kordnekirna karên komkirnê ji alî komîteyên piştgîrîyê.

– kon vedan li welatên cîranê kû pêdvîyên bnasazî zêdetrin gohatna wan hêsane ji bo kobanê û kantonên din, destinşan kirna embaran li bajar,bajorak û gund li ser snorên tirkyeye, îraq û îranê ji bo veghostna van pêdivyan.

– komkirna derman û pêdvîyên pzîşkî ji bo hersê kantonên efrîn, kobanê û czîre.

– Sazkrin û vekirna xwendingeh , nexweşxane, stadom û chên taybet ji bo çarserkirna derûnya mexdûrên şer û koçberan.

– hewildan ji bo temîn kirna xetyên telefonê û înternêtên serbixwe li welatên herêmê ji bo her sê kantonan.

– Avakirna zemîna tevlîbûna rasterast ji bo alîkarîya bnasazî li kobanê.

– avakirna zemîna ji bo kesên ji dil kû dixwazn tevlîbûna avakirna kobanê di alî pîşesazî, çandinî, enerjî û bnasazî û pêşxistna hersê kantonê bbin.

– dvê van gavan hemû grêdayî rasterasta xelkên kontonan werê krin û bi rêyê komîn , komele , rêxistin û dezgaehên revebrîya gel, cvakî byar werê dayên li ser şêwaza girtna alîkarîyan û parvekrinê.

– em tevlîbûn û piştgîrîya di vî warî de weke erk û meydanê anarşîstan debînin û hêvîdarn van pêşnîyaran wyên kû nha nakevin bîra me, ji alî anarşîstên chanê li kû derê vê cîhanê bin, ber çavan bigrin û hevalên me li kû derê bin tevlî karûbarê herêmên karesatên şer bbin û hewildanên wan di rola avakara anarşîstan hebe.

Van pêşnîyarên me bi armanca berdewamîya giftûgoya hevalên mene li kîjan koşea cîhanê bin û pêşîyarên me ne tenê ji bo kobanê û rojhlata navîn nîne, dbe kû sbe li koşeyeke dna cîhana me erkeke bi heman rengê bkeve ser mlê me.

Platifroma anarşîstên kurdistanê

4 sbatê 2015

Advertisements

وەڵامێک بنووسە

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / گۆڕین )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / گۆڕین )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / گۆڕین )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / گۆڕین )

Connecting to %s